سیما تیڤی

Mehdî Hesen: Revandina Keçan di Nav Civakê Êzdiyan û Olên Ditir li Kurdistanê

Revandin: Rêkkeftinek di navbera keç û kurekî da ji bo pêkanîna hevjîniyê ji tirs û bê baweriya kesanên derdorên xwe vê biryara bilez didin û soza evîniyê bici tînin. Her çende revandin wek raman ji layê asayî ve tu karekê bi xurtî û dizî ve bikî tawane, yan jî eger tu tiştekî bivêyî û bi dest te nekevt ev car tu penayê bo revandinê bibî û lezê di hizra xwe da bikî bo her karekê hebit û bi mafê xwe bizanî bêyî penayê bo rêyên asayî û civakî bibî ji bo heza xwe karekê wesa bête encamdan eve şaşî ye. Belê eger tu hewlên rizgarkirina kesekî tepesarkirî di ciyekî da bikî bo ciyekê ditir azad û serferaz bijît eve karekî rewaye û pêngaveka erênî ye û dête encamdan di her cih û warekî da bit, her mirovekê bête azadkirin çi keç bit yan kur bit serferaziyeka mezne ji bo wî civakê piştvaniyê lê bikit.
Her çende revandina keçan bi peyveka neşirîn dête zanîn û ji ber vî navî heta niho li nav Êzdiyên welatê Şêx û nav qayidiya û xank û qebaxê û binkendî û devera Şêxan û baskê şêxa û başîk û behzanê û hemu gund û bajêrên welatê şêx bi kiyareka nerewa dête qelem dan û gelek pirsgirêk û arîşe û grift rûdidin demê gencek keçekê direvînit çi bi dilê keçê bit yan bi xurtî bit mala babê keçê dibine rêgir û hewlên vegrandina keça xwe didin û gefan li mala babê kurikî dikin û kîja xwe bi tawanbar dizanin. Belê gundî û xêrxwaz û bitriya civakî hewlên çareserkirina arîşê didin nexasme eger keç bi dilê xwe bi revandin digel kurekî ji çîna xwe çû bit û çu pirsgirêkên olî nebin û malbaba kurikî carekê yan du caran çûbine xwazgîniyên keçê û nedabit û malbaba keçê retkirbit piştî vê çendê ji nû keçik revandibit. Kêşe vedikêşit ji heyvekê heta salekê û li dawiyê pêkdên belê hindek digel keça xwe pêk naên û ji malbabê qut dikin heta mirinê û hindek ji 10 sala ta 20 salan jî digel naaxivin û ji malbabê dûr dikin û ev hale eger keç bi dilê xwe digel kurikî bi revan biçit. Belê eger kurik bi xurtî keçekê birevînit û çu caran destê keçkê ji babê wê nexwaztbit kuştin û malwêrankirin dête pêş û ev hale li çerxê borî li salên (50 ta 70) hebûye belê di nuke da nemaye kesek bi darê zorê keçekê birevînit dê yasa siza det û malbaba keçkê dê kuştinê kin.
Herwesa li nav welatî revandin gelek ye kême newekî rexê Şingalê, belku li nav Şingaliyan revandin karekê rewaye û kes rêgriyê lê nagirit bitriya malbaba di agehdarî revandina keça xwe ne bi pêngaveka erênî dizanin her keçeka Şingalî bi dilê xwe digel xurtekî Şingalî bi revandin biçit karekê siroştî ye ji layê day û bab û xuşk û brayên keçê ve ku bi dîtina civakê Şingalî bicianîna soz û peymanekê ye bivê biyara keç digel kurî bi revandin biçit. Serferaziyeke ji bo pêkanîna xêzanê û digel kurekî bi revandin çû bit û ji nîva dilê xwe kesekê viyayî û digel bi revan diçit, belê revandina şingaliya cudahiyek dgel revandina hemu dinyayê ew dab û nerîtên şingaliya heyn b revandina kçan çû mlleta ninn, jberku vê revandnê yasa û şer’ê xo heye l şingalê newekî deverên ditre yan wekî nav aîn û mlletên ditre, jberku roja kurkek kçekê b revînt her şeva êkê dê daweta xo kt şingalî beruvajî vê çendê ne heta dgel malbaba bûkê pêk neêt daweta xu naket wekî l van xalên l xuwarê:
1_ Her gava kurekî kçek revand ç destdrêjiya lser naket û namûsa wê dparêzt heta malbaba kçê lê xoş nebn û dgel malbaba kurkî pêk neên nabt ew kur û kç dgel êk b axvn û nêzikî êk bn.
2_ Piştî pêkhatnê û mehr(next) yê revandnê yê vebriye û dgehne rêkkeftnekê eger bvên rojekê dest nîşan dkn û her zû daweta xo dkn û malbaba bûkê û malbaba zavayî b hevra dawetê dgêrn.
3_ Eger day û babên kçê razî nebûn û j rojekê heta salekê kurk amadeye kçê bo mal babê vegêrt û wekî xuşk û braya rêzê l helwîstê day û babên kçê dgrn.
4_ Eger ne vegêra û bê dliya babê kçê kr fere j deverê durkevt û nemînt ç bte dexîlê êkî ç xo veşêrt ç bête kuştin, yan jî hindek cara cvak fşareka zor l babê kçê dkn ç pêngavên şaş nehavêt bes j mal babê qut dkt û dgel naaxvn.
Revandin j ç hatiye û çawa b karekî rewa hatiye qelem dan l şingalê, bditna me dû aliya bxove dgrt (cvakî û olî), cvakî… wek ye diyar şingal devereka eşayirî (xêlekî)ye texên derebegî û hejarî lê heyne desthelandarên êraqê her j kevn da grngî b mezn û ujax û malbatên şingalê daye û xelkê dî pişt goh havêtine û ç pûte b şingaliya nehatiye dan, belngazi û hejarî zor bûye l şingalê, d encamda kça şingalî bûye qurbana hejariyê û hebûna texên cuda her kçeka cwan krîn û frotn pê hatiyekrn ç b zordarî ç b neçarî her kçeka hebe mezn û serok eşireta û bnemala l kurên xo mardkrn û eger viya ban da wan kçên cwan û chêl lser jnên xo yan jna xo înn, lê kça şingalê jî ev stem lser xo qebul nekr l nîva çerxê borî û hêrveda her kçekê zanîba dê zordarî lê ête krn êkser dgel xoştviyê xo b revandin d ço û ev çende bû diyarde û ser grt heta îro roj her kçeka bête temenê şûkrnê evîndariyê dgel kurekî wê dvêt peywendiyeka evînî drust dkt b zanîna day û bab û xuşk û brayan û danûstandnê dkt û her gava viya hevjîniyê pêk bînn bryara revandnê dden û d gehn mrazên xo bê kesek b xurtî bkete bermalia xo yan bkt gaghork yan b nextekê zor j babê wê bstînt yan kesekî zengîn û bêdliya wê bket.
Revandin jlayê olî, j qewlê nefsê heke te cwanek dît ye şrîne û l rêya teye, b helalî j xwe ra bîne batn te nehsbîne, dbêjn îxtiyarê mergehê l welatê xaltiya demê keleşî kçek revandî l wî wextî îxtiyarê mergehê revandin helal kr berî 150sala her çende berî hngî jî revandin hebûbe belê ne bvî rengê azad bûye, her kçeka b reza dilê xo b revan çoba dgel kurkekî babê şêx helal dkr û dua bo her dû kça û kura dkr û l wî serdemî nexasme l nav xêla xaltiya b karekî rewa dhate zanîn lê piştî frmana xaltiya û xaltî hatîne şingalê ev çende l şingalê jî hate pesend krn û revandin bû karekê asayî.
Jlayekê dîve eger em berê xo bdeyne başiya revandnê l şingalê gelek û gelek ye başe, me berî noke amaje b belngazi û hejariya şingalê da xurt û gencên şingalî pê çênabt jnê b xuazt û dawetê bkt têçoyeka aburî ya zêde jî nîne çnku belngzn û j neçariyên belngazia xo penayê dbete ber vê çendê û b destê sorgula xo dgrt û d revînt.
Revandin d aîn û mezhebên ditr l deverê mîna kurdên bslman û mesîhî û ereb, kurdên muslman: revandin dnav kurdên bslman da gelek ye kême û naête qebûlkrn eger kesek kçekê b revînt yan dê ête kuştin yan dê ête dûr êxstin yan b gujmekê zor yê dravî dê ête szadan, her çende l kurdistanê her eşîretekê taybetmendiya xo heye, belê b şêwekê giştî revandin karekî degmene û rêk pê naête dan û b şêwekê giştî kç ye tepesere dnav eşîretên kurstanê da û nageht mrazên xo dbn qurbaniyên van dab û nerîtên eşîretgêrî, eger her çende aînê îslamê dgel mafê jnê ye û kç ye azade d pêkîna hevjîniyê da û zordarî lê naête krn, mesîhî: revandin dnav mesîhiyan da rêk pê naête dan û her kesekî bxurtî kçekê b revînt jyana wî dkefte d metrsiyê da û j deverê d revînt, eger b dilê kçê û kurî bt asankarî d kefte dnavbera her dû layan da, ereb: revandin dnav ereba da êkcar ye b zehmete û b hîç rengekî naête qebûlkrn eger kesek kçekê b revînt çarenvîsê wan kuştine jlayê bnemala kçê ve revandin degmene kesek kçekê b revînt l nav ereban da.

><