Nûçeyan – Sema
Kirîstofir Bîm, balîozê Keneda li Îraqê seredana peristgeha Laliş kir û Ragehan, keysa Êzdiyan êk ji armancên wan yên girîng e û dê berdewam bin li ser piştevanî ya Êzdiyan.
Kirîstofir Bîm, balîozê Keneda li Îraqê digel da xanim Tamî Amîz, seredana peristgeha Laliş kirin û ji layê Ferecê Xêrî Beg, nûnerê mîrê Êzdiyan û çend kesayetiyan ve hatine pêşwazîkirin.
Balîozê Keneda diyar kir, keysa Êzdiyan êk ji armancên wan yên girîng e û wezareta derveya wî welatî herdem piştevanî xwe bo Êzdiyan dubare kiriye, nexasme Keneda ji wan welatan bûye ew bi serê Êzdiyan da hatî li ser destê Daiş weke jenosayîd nasandiye.
Ji layê xwe ve şanda Êzdî çend daxwazî gêhandine balîozê Keneda û xwest, ku berdewam bin li ser piştevanî ya keysa Êzdiyan û rêkê nedin pêşlkarî derheqê Êzdiyên Sûriyê bênê kirin û bipêrêzin.
Balîozê Keneda xweşhaliya xwe bi vê seredanê derbir û ji nêzîk ve haydarî bi rêveçûna rêwresmên olî li perestgehê bû û geryanek di nav hundirê Lalşê da kir.