Navenda Nûçeyan – Sema
Ji encama bombardimanekê ji aliyê firokên şerî ve, Wezareta Berevaniyê ya Îraqê îro yekşemê ragihand ku berpirsekê payebilind yê rêxistina DAIŞê hatiye kuştin ku postê waliyê Kerkûkê hebû.
Firokên şerî yên Îraqê deverek di navbera her du parêzgehên Kerkûk û Selahedînê de bombebaran kirin.
Wezareta Berevaniyê ya Îraqê eşkere kir ku bombebarankirinê bi awayekî pir hûr hatiye encamdan û bi awayekî rast armancên xwe pêkane.
Piştî bombebarankirinê, hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê û termên heft çekdarên DAIŞê dîtin, yek ji wan waliyê Kerkûkê bû.