سیما تیڤی

Serok Barzanî bo Kurdên Ewropayê: Zarokên xwe bihnêrin gundina zimanê kurdî

Navenda Nûçeyan – Sema
Li jêr serperiştiya Serok Mesûd Barzanî li Almanyayê, kongreyê fîdrasiyona nêvdewletî yê zimanê kurdî dest bi karên xwe kir, Şîfa Barzanî peyam û pêşniyarên Serok Barzanî bo parastina nasnameya neteweyî û geşepêdana zimanê kurdî gehandine amadebûyan.
Şîfa Barzanî di gotara xwe da amaje bi wê çendê kir, Serok Barzanî bi girngî temaşayî vê komvebûna zanistî û ferhengî diket û hîviya serkefitnê bo karên kongreyî xwast.

Herwesa dupat kir ku zimanê kurdî payeya serekî ya mana gelê kurd e û pêdvî ye hemû bizav bo zindûragirtna wî bin.

Di pişkeka dî ya peyama xwe da, Şîfa Barzanî tîşk êxiste ser raspardeka girng a Serok Barzanî bo Kurdên diyasporayê û navxof û got: “Li ser daxwaziya Serok Barzanî, divêt em hemû xîzanên kurd han bidên ku zarokên xwe bihnêrine ber xundina zimanê kurdî û rê nedên nifşê nû ji zimanê xwe veqetin.”
Herwesa peyameka tund araşteyî nav xîzanan kir û ragehand, pêdvî ye zimanê kurdî bibte zimanê êkê yê axftnê li malê, gotjî: “Erkê ser mlê dayik û baban e ku di nav mal û xêzanên xwe da tney bi zimanê kurdî baxvn, da ku zimanê me bi parastî bgehte nifşên bit.”
Li ser raspardeya Serok Barzanî û piştevaniya Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro şembûyê 27-î huzeyrana 2026, kongreyê êkê yê fîdrasiyona nêvdewletî yê zimanê kurdî li Almanyayê bi rêveçû, ku kongre ji layê konfîdrasiyona revenda kurdistanî ve hatiye rêkxistin.

><