Bi helkefta hatina cejna Cemayê, Bingehê Laliş yê Rewşenbîrî û Civakî peyameka pîrozbaiyê belavkir.
“Germtirîn pîrozbaiyên li tevaya Êzdiyan dikin û hêvî dixwazin ev cejn bibe dergehê xêr û xweşiyê û binemayek aştî û aramiyê bo hemû pêkhatên Kurdistanê,” got Bingeh di peyama xwe de.
Wan domand: “Hêvîdarin her sal bi xêr û xweşî ev cejne bête gêran, û Kurdistan her aram û avedan bimînt.”
Desteya Bilind Bingehê Laliş yê Rewşenbîrî û Civakî/Duhok
5ê Çiriya Êkê 2024