سیما تیڤی

Mehdî Hesen: Çirîya Êkê û Karûbarên Civakê Êzdî

Ji qewlê meha li ser çirîya êkê û dûyê dibêjit:
Em dû mehîn navê me çirî
Ji cem pedşayî xelat kirî
Li me dikevin naz û neʿmet û tirî
Mehdî Hesen Murad
Her bo zanîn dû çirî hene çirîyek dikevte werzê payîzê û çirîya dûyê dikevte werzê zivistanê
Dîsa ji qewlê meha dîyar diket û dibêjit
Dê ji payîzê deyîn ûsfetê
Yetjîye ji xêrê ji nazê ji neʿmetê
Jê têt bêhna cinetê
Çirîya êkê li 14ê meha tişrîna êkê dest pê diket û dibite roja êkê ji çirîya êkê û îlon xilas dibit, evê mehê ciwanîyek û xoşîyeka taybet cuda ji mehên dîtir heye piştî ew werzê havînê û germê ev meh ciwanîyeka zer û sar û fênk dete siroştî bîhna xelkê freh dibit.
Berê digotin li werzê havînê qûtê xo xirvedikin û li werzê payîzê divêa her kesekî karûbarê zivistanê biket, çi dexl û danê xo xirvekir ba çi xanî hinotin yan qûtek bixudana ba serîk, kotan û cihên vehwandina terş û tewalî hemû berhev kir bit safarên xo kelandibin û hêrabin qirş û dar û sotin di xanîka kir bit karû barê xo hemû kir bit cil û bergên zivistanê û xo amadekirbit li van rojên dumahîka çirîya êkê, her bo zanîn li her heft rojên dumahîkê ji çirîya êkê dibite cemaya Şêxadî, piştî teʿb û zehmeteka zor karûbarê zivistanê kirî evcar pişkdarî çejna cemayê dibûn digel ʿîd xilas dibû roja dî dibite çirîya êkê li vê rojê nabit şolê te ma bit dumahîk civîne û meha îlonê xilas dibit, heta êk roj ji îlonê maye divêt karûbarê zivistanê biket demê îlon xilas bû hêdî divêt her kesî karûbarekî heyî kir bit û qûtê xo yê zivistanê di ʿimbara kir bit û amadekarîya xo kir bit û bêminet berê xo bidet zivistanê, ji ber ko zivistan werzekî qurse seqa û befr û baran hemû rêka li wan digirt divêt hazirîya xo biken ji her alîyekî ve, cihê daxêye hindek kes yêt heyn evên dibêjnê tembel û bê xêret karê wan diminit evcar şeprze dibin û dibine pêkenînka xelkê şolê xo temam nekirîne û baran û bayî û serma dest pê diket diminit ket.

><