Hersal îda cemaya Şêxadî ji 6/10 heta 12/10 bo heft rojan tê gêran li perestgeha pîroz Lalişa Nûranî.
Rê û resmên îda cemayê:
Her heft roja beyta hêvarî û beyta cindî û beyta sibê tên gotin û her heft hêvaran sema tên kêşan, ew jî evene:
1- Semaya Şêşims
2- Semaya Şerfedîn
3- Semaya Qanûnî
4- Semaya Zerzaya
5- Semaya Bilind
6- Semaya Şêşims
7- Semaya Qanûnî
Bo zanîn du sema tên dubarekirin: semaya Şêşims û semaya Qanûnî.
Her heft roja simat tê çêkirin ji alîyê xêrxwaz û micêwiran ve bo amadebûyên seredana Lalişa Nûranî dikin.
Li roja pêncê períyan swar dikin.
Li roja şeşê qebaxe dê gayekî înin ber Şêşims dikin qurbanî.
Li roja heftê dê berê şibakê swar bikin û firavîna îdê tê çêkirin ji alîyê mîrê Êzdîyan ve.
Herwisa li roja îdê xelatên Şêşims tên dan bo her kesê li ber Şêşims amade be roja îdê. Lewma ji edebê dînî tê diyarkirin:
Malêt baba di dûr in
Jêlî Misrê li pişt heft behrêt kûr in
Xelatêt Şêşims li ser milêt mêra bi nûr in.
Seredanêt miletê Êzdî bo Lalişa Nûranî erkekî olîye û di nava wî erkê olîda rêwresmên pîroz yên olî hene di grêdayî cejin û îd û helkeftan e:
Her kesê here Lalişê li despêkê dê çite pira seratê û sê caran dê bilez têra derbaz bit û dê hevraz bite hindurî Lalişê û dê çite ber xefûrê rêya û dê berev kanîya spî çit û dê tewaf bit û dê çite kolana xêrê û dê keve sûka marifetê û ber berê heqîyê û edaletê û dê gehîte deriyê Mîr Amadîn û dê tewaf bit û derbazî hindur bit û dê çite ber derîyê qapîyê derîyê Şêxadî ziyaretî bit û dê zincîra xwe bete serî ya ziyaretbûnê li celsa Şêxadî û Şêx Fexir û dê berev nîşangehên şêx û pîr û merebî û axreta xwe tewaf bit û her nîşaneka bigehîtê û lê tewaf bit xêr e û sexiyeta bawerîyê û îmanê ye.
Di baweriya ayînê Êzdîyanda her kesê berev Lalişa Nûranî here divêt çûna wî ya xêrê bit û xwe gunehbar û poşman neket û ya fer e em bizanin hindek diçine Lalişê bo xêrê û li şûnda gunehkar dibin.
Kesê bivêt li xêrê û îmanê bête nivîsîn ew kes dê erkê îmanê bi kar înit:
1- Dê bêdengîyê parêzit û hajî xwe û zimanê xwe hebit li Lalişê her tiştê bête ziman dê li ser wî tomarbit ji alîyê batinî ve lewma bêdengîyê bi parêzin.
2- Ji aliyê cil û bergan dê xwe parêzit û bê serûber nabit da gezindeyên micêwira û xizmetkar û koçek û feqrayên Lalişê jê nêne kirin û du’ayan lê bikin.
3- Şevîbûn li Lalişa Nûranî nebit ji sibê heta hêvarî seredan û ziyaret bûn bese û bi tenê mîr û civata ruhanê û xizmetkar û micêwirên xas û bapçakan dimînin û şevî dibin ew jî ji ber rêwresmên olî û du’a û diroza û pêşwazîya xelkê û mirîdên xudanêt xwe dikin.
4- Zirna û zembera û dîlan nehatine qebûlkirin e bi her awayekî dibin gunehkarî, bi tenê def û şibab hatine qebûl kirin û li roja berê şibaykê vegere te başîk û behzanê hingî govenda derê kanîya sipî tê gêran ew jî du car in cara berê govenda xizmetkarên Lalişê ye û cara duwê govenda kabanîya ye li ber dengê def û şibaba û dê vegerin e mala xwe.
5- Lalişê cihê îbadetê û me’rifetê ye û divêt însan merifetê biket û rêzê li her kesî bigirit û bite palderê xêrê û tifaq û tebayê bo rêya Xwedê.
6- Hêvî û daxwazên xwe ji Xwedê û wan xas û bapçakan ken û sicûdeyê û îbadetê bo Xwedê bikin li Lalişa Nûranî.
Ji edebê dînê Êzdiyan daye diyarkirin û dibêjit:
Ye herame selef û dizî û derew
û kuştin û zina û xûn û xeberdan ji nebû
û yê ji bilî Xwedê ra sicûde bû.
Hecaco neçe bi hecê de
Kalka neqetîne bi rê de
Hec ewe mala tû tê de.
Heke hecac çone hecê û vegeryane male
û heke jêk ve neqetandin helal û herame
ew heca kirî ji binî ye betale.
Ez çome Lalişa Nûranî
Min serê xwe bi wan qub û hilêla danî
Ya Şêxadî tu bi kil û emelê me dizanî.
Raman ji vê sebeqê dibêjit:
Her kesê here Lalişa Nûranî bi dilekê pak û bi rewişt û edeb û sinyat dê li cem Xwedê û Şêxadî bora bi xêr ête qebûl kirin.
Belê her kesê dilê wî neyî pak bit û bê edeb û bê sinyat bit û li zimanê xwe bê hefsar bit li nefsa xwe ney muqate bit ew dê keve bazara xisaretê û dê gunehkar bit.