سیما تیڤی

Peyama Bingehê Lalişê li 9 hemîn salvegerra rizgarkirina Şingalê

Berî neh salan anku li 13ê teşrîna duyê li sala 2015 bi serpereştiya rastexoya Serok Barzanî senterê bajêrê Şingal û gundên derdorê ji aliyê hêzên pêşmergên qehreman ve hate rizgarkirin û bû dastaneka dîrokî hemû kurdekî şerefmend şanaziyê pê diket.

Operasyona rizgarkirina Şingalê bi serpereştiya rastexoya Serok Barzanî û beşdariya hejmareka mezin ya pêşmergên Kurdistanê û hêzên asmanî yên hevpeymanya navdewletî hate encamdan û Şingal ji destên terorîstên DAIŞ hate rizgar kirin û di peyamekê da bo dezgehên ragihandinê li serê çiyayê Şingalê Serok Barzanî mizgîniya rizgarkirina Şingalê ragihand bo gelê Kurdistanê û hemû cîhanê.

Rizgarkirina bajêrê Şingalê diviya bibe gava êkê bo vehêlana êşê û rastvekrina rewşê li vî bajêrê qurbanîder, lê mixabin tiştek nehatiye guhorîn, û azar hêşta di dil û leşê Êzdiyan da dimînit, ji ber siyasetên şaş, û destêwerdanên derekî, û necîbicîkirina rêkkeftinan wek rêkkeftina Şingalê, ya ku dişiya azarên wan bi dawî bînit.

Di vê bîreweriya dîrokî da ku têda Şingal ji destên DAIŞ hate rizgarkirin, em daxwazê ji civaka navdewletî dikin ku piştevanya asayîkirina rewşa Şingalê biket bi madî û menewî û beşdariyê di avakirina wê da biket, û dawî bi çanda piştguhxistina mafên xelkê wê bînit.

Desteya bilinda bingehê Laliş yê rewşenbîrî û civakî/Duhok
13ê teşrîna duyê 2024

><