Navenda Nûçeyan – Sema
Projê cutsaydê rêka Şêxan bo Perestgeha Lalişê, bi drêjahiya zêdetir ji heşt kîlometran li duv dîzaneka rêk û pêk û serdemiyane û standarên cîhanî dête encamdan.
Mawê projeyî 400 rojin û pêşbînî dête dikirin berî jvanê xwe yê dest nîşankirî temam bibit û bikevite d xizmeta xelkî da.
Êk şembûyê, 23ê Şubata 2025ê, Endazyar Xalid Nermo, Serokê Bajêrvaniya Şêxan bo Sema ragehand: Li ser raspardeyên Rêzdar Mesrûr Barzanî, Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê li meha neh ya sala borî berê binyatî bo projê cutsaydê rêka Şêxan bo Perestgeha Lalişê hate danan û bi drêjahiya zêdetir ji heşt kîlometran kar li ser projeyî dête kirin.
Xalid Nermo aşkirakir: ” Ta nuke nêzîkî 40% kar li ser projeyî hatiye kirin û proje yê berdewame û bi şêweyekî pêşkeftî qonaxên baş derbazkiirne û pêşbînî dikeyn berî jvanê xwe bi dawî bêt”.
Cutsaydê Perestgeha Lalişê bi projeyekê giring dête li qelemdan û dê rûdanên hatin û çûnê kêm bin û pitir asankarî bo xelkî êne kirin bi taybet li demê cejn û helkeftan da.
Di kabîna nehê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê da, çendîn projeyên xizmetguzarî li Perestgeha Lalişê hatine encamdan, mîna drusitkirina derwazê perestgehê bi şêwazekê kevnar û kargeha berhemînana zeyta zeytûna û nûjenkirina perestgehê û çendîn projeyên dîtir kar li ser dête kirin.