Navenda Nûçeyan – Sema
Barêga Barzanî ravêkirinek derbarê hinek axaftinên Eyad Ellawî belav kiriye û dibêje: Ev cure axaftin cihê ecêbmayîneka mezin û cihê pirsyarin ku bo ev axaftin kirine ku ne rast in.
Ev deqê daxuyaniyê ye:
Roja şemiyê 15ê şibatê 2025 di dema ragihandina komeka siyasî da birêz Eyad Ellawî hinek axaftin derbarê vekirina liqê partiya Be’s li Kurdistanê pêşkêş kirine,
Li vêrê em tekez dikin ku dergehê Kurdistanê û Hewlêrê vekiriye bo hemî welatiyên Îraqê ku bi azadî têda bijîn, lê ewê birêz Eyad Ellawî derbarê vekirina liqeka partiya Be’s li Kurdistanê baskirî dûre ji rastiyê û di heman demê da em radigihînin ev cure axaftin cihê ecêbmayîneka mezin û cihê pirsyarin ku bo ev axaftin kirine ku ne rast in.
Barêga Barzanî
15ê şibatê 2025