سیما تیڤی

Mehdî Hesen: Êzdî miletekî Xwedê perêsin

Êzdîya jiber dest û darê stemkar gelek karên xo bi nehênî û dizîve di kirin, çonkî bîrûbawerên wan ji yên miletên devrûberê wan di cuda bûn. Firman bi du fîrmanan bi ser wan da dihatin û şeperzê û kûvî bûn, vêcar miletên devrûberî wan berovajî di gelek kiriyarên wan di gehştin û hindek car ji qest di havêtine wan da di çavêd xelkê da bişkênin, ewan di gotin Êzdî xudê nahebin (perêsin), belkî (dêw) perêsin û şirîk û hevalê jêra çêdikin!

Heger em berê xo bi dêne mêjûyê dê binîn desteyekî wekî (Mela Yehya Mizûrî û Şêx Rebetki) fitwe bi hilal kirina kuştina Êzdîya wa dayî… belê ewê baş têkelîya Êzdîya kirî û berê xo daye dan û stannê di wan jêra qenca xoyê bûyî ku Êzdî miletekî zor xudan xof û ji xudê tirsin, di raboûn û runştina xoda, di hemû şol û karada, navê xudê dilovan di înin û pirska serê zimanê wane.

Raste qeder û behayê her heft miliyakêt di xudê digrin û rêzê li xas û babçakê di xudê dadinên belê serwerê hemûa, xalqê erd û ezmên, cins û can her xudê ye.

Berê xo bi de vî qewlê Tawusî Melek dê çawa binî Êzdî medh û senaya xudê tak û tenha dikin û ji xora daxwaza sax û selametiyê di ken, her hosa dûayê ji xudê di ken wan ji qeda û bela û nebûyê di vê dûnyayê dûr pêxt.

Yarebî ela şanek û ela mekanik û ela sultanek Yarebî tuyî kerîmî tuyî rehîmî Yarebî her tu xuday Her tuyî laiqî medh û senay Yarebî tu melekê melkê cîhanî Yarebî tu melekê melkê kerîmî Tu melekê erşê ezîmî Yarebî ji enzel da her tuyî qedîmî Tu tam û kam û ray Yarebî her tu xuday Her tuy hay O her tuyî laiqî medh û senay Yarebî tu melekê labs û cinsî Yarebî tu melekê erş û kursî Yarebî tu melekê gay û masî Yarebî tu melekê alem û qudsî Tu lisemedî liftî lemayî Tu lisemedî hey li mecîdî Wahdî ferz li hemîdî Yarebî tu xalqî em muxliqîn Tu mirazî em daxwazîn

Jêder/ _ Pertûka Pîr Xidir Silêman …Êzdîyatî

><