سیما تیڤی

Peyama Pîrozbahiyê ya Serok Barzanî bi Helkefta Cejnên Ekîto

Navenda Nûçeyan – Sema

Serok Barzanî hatina cejnên Ekîto li xuşk û birayên kildanî, siryanî û aşûriyan li Kurdistanê, Îraqê û seranserê cîhanê pîroz dike.

Îro çarşembem, 1ê Nîsana 2026an, Serok Barzanî di peyamekê de ragehand:

“Bi helkefta hatina cejnên Ekîto, pîrozbahiyeke germ li xuşk û birayên kildanî, siryanî û aşûriyan li Kurdistanê, Îraqê û seranserê cîhanê dikim û hêviya xweşî û bextewariyê ji bo wan dixwazim.”

Serok Barzanî amaje bi wê çendê kir:

“Bi vê helkeftê, hîvîdar im şer û alozî ji devera me dûr bin û aştî, xêr û xweşî baskên xwe li ser hemû cîhanê de bikêşînit.”

><