mawê heft roja ye, roja domahîyê ya taybete dibêjin berê şibakê. Diktor (Elî Teter) di pirtûka xwe da (Al-Mitrayîyê) dibêje hindek ji êzdiyan dibêjin (Îda Şems) û serjêkirina gayî. Hindek caran êzdî dibêjin Cemaya Şêxadî.
Li roja pêncê ji çejna Cemayê bi amadebûna van hersê hozan (Qaydî, Tirk û Mamûsî), merasimên qebaxê dest pê dikin. Ev hersê hoz û digel xelkekî dî di kolana dina ra beref çiyayê Erefatê diçin bi govend û hilhildandin heta digihînin dîwana serê çiyayî. Ew kesên hatine hilbijartin ji aliyê mezinên van hersê hozan de diçine cihê (berê qebaxê) û bi rêz dibin û sê guleyan dihavêjin. Havêtina guleyan nîşana hawar hatinê ye bo Şêxadî. Paşî li serê çiyayî tên xwar û diçine ser banê soka Merîfetê, rêz dibin careka dî sê guleyan dihavêjin û paşî diçine celsa Şêxadî da. Li ber dengê def û şibabê heft bazinên ji govendê drust dikin yek di nav êkê da.
Li çejna Cemayê her heft corên sema tê kêşan û li roja rê û resmên qebaxê sema bilind tê kêşan.
Ramana navê qebax çiye?
Qebax ji (ga bax) hatiye, (bax) anku bexş, hemû pêkve dibite (ga bexş). Di ayîna Mitrayî da li rê û resmên ayînî xwarineka taybet dihate çêkirin ji goştê gayî digotin (heum). Di ola êzdiyan da dibêjin (simat). Eve jî girêdanekê di navbera êzdiyan û Mitraiyan da çêdiket.
Pîrozî û qurbanî kirina gayî
Gayî li nav Babilîyan nîşana hêz û pitandinê ye û vegerandina jiyanê bo erdî. Somerya wesa diyar kiriye ku gay xwe nizm kiriye di bin hêza xudawendê rojê da. Li nik Egrîqî ye, gay nûneriya heyva çiriya êkê diket. Bozya gayî bilind radigirt û di mîtolojiya wan da ku ew ji nav (530) barên kiras guhorîn yê xudawendê wan ê mezin (Bûda) bûye.
Li welatê Mîzopotamya di wan deqên hatine dîtin di nav perestgeha bajarê (Alibid) û hindek peykerên xudawendan hatibûn dîtin, yek ji wan xudawendan (Nîn) bû. Dayika xudawendan û mirovan bû û ewê çavdêriya serkirina pêşiya rojê dikir û ya wekî gayekî bû.
Mihrad Yezdî di pirtûka xwe ya bi navê (Ayîn û tayfe ayînekanî le Kurdistan) dibêje ev nerîte di binyat da Mitrayî ye û ji bona peydabûna gerdûnî û xudanê rojê gayek kuşt û di behişt û ji goştê wî ev gerdûne çêkir û ahenga dest pêkir. Piştî hingî û eve digel rê û resmên kuştina gayî û qebaxa Şêşims li Lalişê wek hev in.
Boçî li roja şeşê rê û resmên qebaxê tên kirin?
Qurbaniya gay bo rojê di roja şeşê da ji çejna Cemayê gelek rêk û bawerî jê diçin û girêdanê digel zanistê felekî, geryiana jîngehê û guhorîna werzî. Ji ber ku burcê gayî tê beramber rojê digel destpêka her payzekê û hingî li ser rojê dikevit ku gay bi ronahiya xwe tîj ji nav bibet daku werzê hişkiyê (payz) bi dawî bînit û werzê baran û xêrê (zivistan) dest pê biket. Gay ji gay kuja Şêxadî dibine ber xudawendê rojê (Şêşims) û dikene qurbanî û goştê dikelînin. Wî wek simat li ber mezarê Şêşims çêdikin li ser amade bûyan tê parvekirin. Şêxê Wezîr ku ji şêxên Şêşims e parçeka qumaşê spî yî morkiri wek tezkerê didetê wan kesên beşdar bûn di merasimê da û wê qumaşî didane serê xwe.
Simata çil mêran di roja qebaxê da
Dibêjin Şêxadî çil xizmetkar hebûn zor milkêçê wî bûn û xizmeta wî dikirin bi dilsozî. Yek ji wan (Fexrê çil mêran) bû, xelkê Esfenê bû û ji ber vê çendê destpêka dîrokê bo çêkirin û li dawiya rojên çejnê xwarina şîva rebanî gayekî dikujin û dikene simat, dibêjne (simata çil mêran). Simata çil mêran tûberka zadê berê şibakê ye, her kesekî êzdî amade bûyî divêt pariyekê jê bixwet.
Berê şibakê
Êzdî dibêjin textê Êzî ye. Li roja heftê ya çejna Cemayê ji aliyê hoza Xetarya (Bergeyan) ji çîna Şemsanî ne berê şibakê swar dikin. Li roja merasimên berê şibakê sema qanûnê tête kêşan. Berê şibakê êkê ji pîroziyên êzdiyan e. Li gor baweriya êzdiyan darebesta Şêxadî ye, dûwê ye leşê wî yê pîroz dane ser demê Şêxadî qedem guhastî, wek sebeqa qewlî xwe ya diket:
Textê zor siltan Êzîd, Padşahîyê dinê, axretê li erda bû, Text erda hişt, qudûm guhast, çû esmanî
Drustkirina berê şibakê
Berê şibakê bi şêweyekî lakêşeyî hatiye çêkirin ji 81 perçên misî û ji êk cudane û pêkve tên girêdan û çar destik pêve hene û parçeka qumaşê stûr li ser tête girêdan wekî textekî lê tê. Pêk tê ji 9 stûnan û li ser 9 stûnên dî yek dû dibirin (9×9= 81) û ji her çar kinarên ve her layek ji 9 bazinan pêk tê ku her bazinek li şûna rojekê ji rojên zendewranê û gişt dibin 36 bazin anku roj. Çar bazina li her çar kinara (81×4 = 324) roj, ji bilî 36 rojan (324+ 36= 360) roj û gişt dibin (360 + 4 bazin = 364) bi zêdekirina rojekê li salê dibin (365) roj. Textî çar kinarên stûnî hene anku (90) ple bi ramana her çar kinarên kinyatê. 4 bazin ramana her çar elementên jiyanê (ax, av, ba û agir) tên.
Birina berê şibakê bo Lalişê
Demê Şêxadî qedem guhastî berê şibakê ji Behzanê birine Lalişê. Leşê wî yê pîroz li ser danan û hilgirtin wekî darebstek heta gorkirinê. Piştî hatiye gorkirinê berê şibakê bi rê û resm zivirandine gundê Behzanê. Li bnemala Şêx Biremê Şemsanî li wêrê tête parastin. Berê şibakê li roja şeşê ji çejna Cemayê ji gundê Behzanê beref Lalişê dibin. Demê digihîte geliyê Lalişê li cem nîşangha Şêx Hesen li def pira Serhatê (Selatê) radwestînin heta Babê Şêx û zelamên olî û qewal bi def û şibaban digel çeqeltu û tawabxûrê û xelkê amade bûyî û paşî dê beref kaniya spî çin. Her çar dariyê taybet yê girêdayî bi berê şibakê ve dexne di nav ava kaniya spî da heta roja dî da bo roja swarkirina berê şibakê amade bin.
Rê û resmên çûan berê şibakê
Roja heftê ji çejna Cemayê berê şibakê tête çûankirin (şûştin). Berê şibakê ji kaniya spî derdixin bi amadebûna hindek ji hoza Bergiyê digel dengê def û şibaban û digel gotina qewlê textê dibine qapiya Şêxadî da. Paşî ji deryê qapiya Şêxadî li ser mila derdixin û li pêşiya wan Mîrê Şêxa ye, dibene mehfela Şêxadî. Li wêrê sê caran bilind dikin û datînin (bûn û jîn û qedem guhastin) û paşî bi lez dibene birka kanî zerkê (kalokê). Ji aliyê ji kesekî (Babê Çawîş) de bi hindek avê tête raşandin û paşî bi lez dê vegerine qapiyê. Li cihê wê li hindur ku çekî taybet e li hola periyan nêzîkî çe şerpkê Şêxadî. Piştî birina berê şibakê di nav avahiyê hindurî da dergehê qapiyê tête girtin. Bo zanîn ava kaniya kalokê jêdera wê ji ava kaniya spî ye. Hemû muhrkirina êzdiyan bi ava kaniya spî ye.
Berê şibakê kengî çêkirî ye?
Hebûna berê şibakê zivirtir berî hatina Şêxadî bû nav Êzdiyan. Çunkî berê şibakê li cem çîna Şêxên Şemsaniyê tê parastin û ev çîne di bingeha xwe da Pîranî bû. Wate her ji kevn da li cem Dasnî ya û niha jî her yê li cem wan e. Berê şibakê gelek kevn e, zivirtir berî zayînê wekî Textê Cemşîd. Heke pirsyarê ji qewlbêj û zanayên Êzdiya bikî, dibêjin berê şibakê karekî qudretê ye, anku batinî ye çêkirî. Ev bersiva gelek pirsyaran diazirîne, wata wê ne karê Êzdiyên piştî hatina Şêxadî bo nav Êzdiyan e.
Berê şibakê bi şêwe û nav wekî şibaka avahiyekî ye, belê çi avahî û çi şêweyê şibakê? Şibakek ji efsaneyên herî kevn dema kes nedikarî çêket li wî demî wekî ehramên Misrê. Ji ber hindê Êzdî dibêjin qudretî ne. Dema mîr wek xudawend dîtin û avahî û kel û pelên wan pîroz dîtin, bi taybetî avayê Koşka Abadan ya Daryûsê Yekê, Koşka Noşe Rewan (niha dibêjinê Taq Xesro) li nêzîkî Bexdayê, Kelha Sasaniyan li Kûfayê û avayê perestgeha rojê li Xetrayê (bi navê “Mabid al-Şems fi al-Hicr”) çê Şemsanî ye bû berî hatina Îslamê. Çunkî ewên xizmeta berê şibakê dikin divêt hemû ji hoza Xetraya bin ku xelkê Behzanê ne. Eva wê çendê xuya diket ku berê şibakê ji perestgeha rojê ye li Xetrayê.
Li gor hindek jêderên mêjûyî berê şibakê û şibak albas jêderên herduyan yek in, zivir in, serdema kevn berî hatina Îslamê. Çunkî Şî’e (Fars û Kurd) rojperês (Dasnî) bûn. Herdu neteweyê heta niha jî helgirên bîr û bawerên xwe yên berî hatina Îslamê pîroz dibînin. Li gor hindek jêderan heft berê şibakê hebûn, belê tenê niha du yên mayîn.
Zivirandina berê şibakê:
Piştî merasimên berê şibakê bi dumahîk tên, dibin bo Şêxan. Hindek caran êkser xizmetkarên berê şibakê nanê taştê li Lalişê dixwin û qesta Behzanê dikin, dibine mala Şêx Biryamê Şemsanî. Berê şibakê li roja 29ê siwar dikin û 30ê ber bi Behzanê dibin (rêya rojekê ye). Divêt berî êvarê bigihîne mala Şemsanî. Yê hişta roja Îlûnê neçûye ava, heke dûriya Behzanê bo Lalişê pênc rojbana ye divêt cejna li 25 + 5 roja bi rê ve be. Herwiha hişta roja Îlûnê ava nebûyî divêt berê şibakê bigihîte Behzanê.
Boçî ev cejne bi heyva Çiriyê ve ye girêdayî?
Cejina yekê ji cejnên kevn zivirtir berî hatina Şêxadî bo Lalişê, ev cejne girêdayî bi civakî ve ye, xwe amadekirin bo werzê zivistanê anku heyva Îlûnê hişyarkirina milletî ye da hemû pêdiviyên xwe bi cih bînin. Yek ji wan ûghlema ciwankirina berê şibakê ye, berî werzê zivistanê û baranê bi ser wan da bêt û ev terze ûghlema gelekê kevn e di nav milletanda.
Mifa ji van jêderan hatiye wergirtin:
- Tosinê Reşîd, Êzidiyatî oleke hê jî nenaskirî çapa siyê (2012)
- Daner Hacî Alû. Îzîdiye hîvî wergerneke bi ser vekirî ji çapa duwê ya kitêba (Al-Mentûr) Al-Cuzû Al-Ewel – Al-Heqîqe (2020)
- Êzidiyatî paşgimayiyê Mîtraiyetê ye. Wergeran û şirovekirina Fehmî Hesen (Babê Rûjanî). (2016)
- Hecî Meqso Heso. Find û çira. (2021)
- Franz Cumont. Nihêniyekanî ayînî Mîtrayî wergeran bo zimanê Kurdî Ferhad Ezîz Xoşnaw. (2008)
Hoger Heydo: Rêwresimên qebaxê û berê şibakê li cem Êzdiyan Çiriya Yekê 5, 2024